Rîsaleyên Îxlasê | Rîsaleyên Îxlasê | 32
(1-42)
ûxuwet e, biratî ye. Bira, ji bira re, nabe peder. Xwe, li mursîdîya wî, danayne. Meqamê di biratîyê de, fireh e.
Nabe sebebê hev pêpeskirina xibtakarane. Pir pir; bira, jibira re, dibe alîkar, dibe pist. Xizmeta wî sererast û tekmil dike.
Delîla çêbuna gelek encamên zirarker û bi xeter, yên ji ber xîreta zêde û hirsa suhreta xibtakarane ya di meslegên pederane û mursîdane de, ev e ku, ew encamên wahîm ên ixtîlaf û reqabeta ku di nav ewê kemalat û menfîeta muhîm û mezin ya ehlê terîqetêda ye; ku ew quwweta wan a qudsî û mezin, li hemberî ba û bagerên bîd’eyan, berxwe nade.

ASTENGA SISÊYAN: Tirs û timatî ye. Ev astenga, tevî qismek astengên din , di Xutûwatê Sîtte yê de, bi temamî hatîye îzahkirin. Em evêya hewaleyê wir dikin û ji Cenabê Erhamu r Rahîmîn, hemû esmayên wî yên Husna, dikin sefaetkar û nîyaz dikin ku, me muwaffaqê ixlasa tam bike.
Amin.

1-2

----------------------------------------------------
1 Ya Reb! Ji bo heqqê sureta Îxlasê, me bike ji wan ebdên xwe yên here xalîs.
2 Em Te, ji her cure sifetên noqsan, tenzîh dikin. Ji xeynî ilmê ku Te hînî me kiriye pêve, tu ilmekî me tune ye. Bê guman Tu bi her tistî bas dizanî û Tu her tistî bi hîkmetê çê dikî. (Beqere: 32)
Deng tune