Rîsaleyên Îxlasê | Rîsaleyên Îxlasê | 34
(1-42)
derbas bû. Dawîa dawîyê de, wan jî fêm kir ku esl û esasekî ewî sucê ku davêjin ser min, tuneye. Gelo ewana,evê îttihamê, bi qesten kirin; yan jî dan dû wehmekî? Qesit yan jî wehm; çi dibe bila bibe, ne ez bi xwe, bi yeqîn û wîjdanen,qet’î dizanim ku munasebet û eleqeya min, bi sucekî awha re, tune… Ne hemû ehlê însafê jî, zane ez ne merivekî wusa me ku dîn bikim aletê sîyasetê. Heta ewên ku min, bi evî sûcî ve, îtiham dikin, ne ew bi xwe jî,dizanin. Ew çax, evana çima awha bi israr û bêsekan, eva zulma hanê, li min kirin?
Madem ez ku ewqas ham û tam û masum bûm; û tu sûc û gunehekî min tunebû; ji bo çi, ez awha maruzê zulmeke daîmî û îskenceke bi ‘înad mam? Çima min nekarî, ez ji wan musîbetan xelas bim? Ev halên han, muxalîfê edaleta îlahî nîne? Ev çaryek esr e ku min cewaba van pirsan,nedidît. Sebebê zulm û îskenca wan ya heqîqî, min nû dît.
Ez bi heyf û xemgînîyeke mezin, dubêjim ku, sucê min,ew e ku min xizmeta xwe ya Qur’anîye, kirîye aletêkemalata xwe ya maddî, manewî. Aniha min ev yeka fam kir û vêya hîs dikim, dibînim. Ji Xwedê Teala re hezar car sukurdarim ku; bêhemdê min, ev gelek sal in ku manîa û astengên manewîyên gelek xurt, dibûn ma’nî ku, xizmeta xweya îmanîye nekim wesîleya kemalat û teraqîyata xwe ya maddî û manewî, maniê xelas bûna ji ezabê, ji cehennemê;heta ji wesîla saadeta xweya ebedî, yan jî aleta kîjan meqsed dube bila bube.
Evan hestên derûnî û van îlhaman, ez di nav heyretan de, hîstim. Bi emelê salih, qezenckirina meqamênmanewîyên ku li herkesî xwes tê û saadeta uxrewî û cehda di vê rêyê de, di gel ku heqê herkesê ye, mesru ye; him jî,qe tu zirareke wî, qe tu kesî re, tune ye….Ez bi ruh û qelben, ji evî ehwalî dihatim men’ kirin.
Deng tune