Wecha Duduyan: Di nezera hikmetê da jî zulme. Lewra me'lûme: Edawet û muhebbet yanê kîn (neyîn) û hezkirin mislê nûr (rohnekî) û tarîtî, ziddek ji bo hev. Herdu bi hesebê me'na heqîqî bi hevra cem' (kom) nabin.
Ger muhebbet û hezkirin tercîh û teqwiya (qaros) hinek esbaban di qelbek da bi me'na heqîqî cîh girtibe, ew çaẍ edawet mecaziye û înqilab dike bi sûretê dilşewatê. Belê mirovê mu'min ji brayê xwe hezdike û lazime jê hezbike. Emma (lêbel) jiber nebaşî û xerabiya wî, dilê wî ji berve dişewte. Neku bi tehekkum, belkî bi lutf û bi rifq, ji bo îslaha wî dixebite.
Ne caîze mu'min ji birayê xwe yê mu'min, ji sê rojan zêdetir bixeyide, û xeberdan pêra neke. Û herdu liqaê hev (bergitê) bibin, yek berê xwe bi cîhetekda dike, ê axer berê xwe bi cîhetek ûxra (dinê) dike. Bi xeyrê herdu wan ewe ku îbtidaê silam bike.
Ger esbabê edawetê ẍalebe bike û edawet bi heqîqeta xwe di qelbekî da mewcûdbe (hebit) ew çaẍ muhebbet (hezkirin) mecazî dibe, dikeve sûretê zordan û xweşkirinê û kostekî.