Rîsaleya Ûxuwetê | Mebhesa Ewel | 6
(2-22)

Mesela: Xaliqê we herduyan yeke, Malikê we yeke, Me'bûdê we yeke, Raziqê we yeke; yek yek hetta hezarî yek. Û hem Peyẍemberê we yeke, dînê we yeke, qibla we yeke; yek yek hetta sedî yek. Paşê gundê we yeke, dewleta we yeke, memleketê we yeke; yek yek hetta dehan yek. Evqas yekana wifaq û îttifaqê, muhebbet û biratiyê îqtiza dike û dixwaze, evan wehdeta me'newî zincîrê (kapik) wusane ku kaînat û kurê asîmana bidite rebt û girêdan, digel vîqasê tu rabe tercîha esbabê îftiraq û nifaqê û kîn û edawetê bikî, ku ew jî sebebên zeîfe mîna konê pîrêye. Û ji birayê xweyê mu'min kîn û buẍzê bikî, ev tewrê ha çi bê hurmetîkî mezine li hember wan rebitê wehdetê û çi îstixfaf û bê hurmetîye di muqabilê wan esbabê muhebbetê û çi zulm û zorek mezine hember wan munasebatê biratîyê, eger qelbê te nemiribe û eqlê te netefîbe tu fehm bikî.

Wecha Sisêyan: Bi sirrê vê ayeta kerîme ku edaleta mehza

﴿وَلاَ تَزِرُ وَازِرَةٌ وِزْرَ اُخْرٰى﴾

"Tu kes guneha kesî hilnagre" di murovek mu'minda bi sebeb sifetek wî yê canî û nebaş, mirov kîn û edawetê jê bike; herwekî sifetê wîne me'sûme jê biyben mehkûm kirin, çiqas zulmek bê hedd û bê hesabe û baxusûs weqta ji şexsek mu'min murov jê bixeyde bi sebeb sifetek wî nebaş û murov rabe vî edaweta xwe teşmîlê (blavdor) ser eqrebayê (meryê-nîzik) wîna bike:

﴿اِنَّ اْلاِنْسَانَ لَظَلُومٌ﴾

"Bitehqîq însan pir zalime" bi sîẍeya mubaleẍe ẍayet zulmek ezîm û mezin dike. Vêcar heqîqet û şerî'et û hikmeta Îslamiye ji van hereketêha dûr dike; çawa tu hija xwe heqdar dibînî û "heqê min heye" dibêjî?

Deng tune