Wecha Çaran: Kîn û edawet di nezera heyata şexsîde jî, zulme. Tu gohdar be ji bo çend heb dustûr û qaîdê ku esasin ji bo vî wechê çaran.
Dustûra ewwel: Weqta ku tu mesleg û meşreba xwe heq bizanit, heq ji tera heye, ku bêjî: Meslega min heqqe weya bêtir qenc û başe. Lakîn heqqê te tu nîne ku tu bêjî: Heq, meslega min bitenêye. Meslegê mirovên din betalin. Bi sirra vê şi'ra (helbest-newşe) hanê
وَعَيْنُ الرِّضَا عَنْ كُلِّ عَيْبٍ كَلِيلَةٌ
وَلـٰكِنَّ عَيْنَ السُّخْطِ تُبْدِى الْمَسَاوِيَا
Ew nezera teya bê-insaf û ew fikra teya ku tu bûye esîr û bindest jêra, ew nabe hekem. Nikare meslegê din mirovan butlanke, yanjî mehkûm bike.
Dustûra Duduyan: Lazime liser te, her tiştê tu bibêjî gerek heqbe. Vêcar heqê te nîne ku temamê heqiyan tu bibêjî û neşir (belav) bikî. Dîsan lazime liser te her tiştî tu bibêjî gerek rastbin feqet neraste gotin, gotina (wajen) temamê rastiyan. Lewra carna şîret li temara mirovê ku mislê te ne sahibê (xweyê) niyeta xalise, tê dikeve û eks-u e'mel dike. Ya'nî dibe sebebê wî mirovê, ëmel kirina wî bi ziddê nesîhetê.