Rîsaleya Ûxuwetê | Mebhesa Ewel | 5
(2-22)

Ey mirovê bê însaf! Tu vîga bibîne: Kîn û edaweta bi biraê xweê mu'min ra çiqas zulmek (lêdan) ezîme. Çunkî (lewra) herwekî bibêjî ev kevirê adîyê piçûk ji Ke'ba Şerîf bêtir bi qedr û qiymet û ji çiyayê Uhud meztire. Di vê îddia xwe de cewab aqlêkî nebaş û ehmeqî dikî. Eynen waha, ew îmana ku hurmeta wî di mesaba hurmeta Ke'bêdaye û ew Îslamiyeta ku di ezemet û mezinetiya çiyayê Uhudêdaye û mislê evana gellek ewsafê Îslamiye ku muhebbet û îttifaqê dixwaze û îqtiza dike; mirow rabe hinek qusûrê ku di hukmê kevirê adî bi sebeb wan qusûran kîn û edawetê ji birayê xweyê mu'min bike û tercîha wan qusûran bike liser îman û Îslamiyetê, herwekî mîsala berîn, bê însaftîye û bê aqlîye û zulmek ezîme, ger eqlê te hebe tu fehm bikî.

Belê, tewhîda îmanê yakbûna qelban dixwaze, wehdeta î'tiqadê jî yekbûn û îttihad û îttifaqa cemaetê (civat) îqtiza dike. Belê; tu nikarî înkarê (qedeẍ) bikî, ev hîssiyatê ha, ger tu mirovek diva tabûrek eskerîda bin, tu (hemberî) wî murovî rabitekî dostanî hîss bikî û eger dibin emrê yek qumandankî de bin, tu bi wîre elaqa hevaltî bikî û eger hûn herdu memleketkî da bihevrabun ew çaẍ (wêçaẍ) munasebetek biratî tu hîss bikî. Halbûkî (halvakî) bi wî nûr û şuûra ku îmanê daye te, di mabeyna (navên) te û brayê teyê musliman de elaqa wehdet û yekbûîn, rabita îttifaqê, munasebeta biratîyê hene bi ededê esmaî îlahiyye ku îman bi te daye nîşandan.

Deng tune