Rîsaleya Ûxuwetê | Mebhesa Ewel | 7
(2-22)

Tu bizan di nezera heqîqetê da ew nebaşî û xerabiyê ku dibin sebebê kîn û edawetê; û buẍd û nefretê, mislê axê (xwelî), madda kesîfin. Lazime sîrayetê bal ẍeyran (digel kesên din) ve neke. Û eqsa xu nedin ẍeyran. Lakîn ger ew ẍeyr ji wî nebaşîyê ders bigre û e'mel pê bike, ew mes'ele cudaye. Ew qencî û başî ku dibin sebebê muhebbet û hezkirinê, ew jî misle muhebbetê nûrin. Ji şe'nê wîye sîrayeta bal ẍeyran ve bike û şewqa rohnîya xwe bidit ẍeyran. Ji vî qasê "dostê dostan doste." Ev kelamêha ketîye rêza derba mesel (Yanê: Gotinê pêşîyaye). Û him dîsa ji bo vî qasê: "Ji bo xatirê çavek, ji gellek çavan tête hezkirin." Ev kelîmêha liser lîsanê umûmîde digere carî bûye.

Ey mirovê bê însaf! Heqîqet bi vî terzê madem dîtîye; eger tu ji wî mirovê ku tu jê hesnakî, bi sebebê wî ji biraye wîyê me'sûm weya ji eqrebaê wîra buẍz û edawetê bikî, çuqas xîlafê heqîqet te hereket kirîye, tu yê fehm bikî, eger tu ji ehlê heqîqet bî.

Deng tune