Rîsaleya Ûxuwetê | Mebhesa Ewel | 10
(2-22)

Dustûra Çaran: Ehlê kîn û edawetê, zulmê him li nefsa xwe dike û hem li birayê xweyê mu'min û hem li rihma îlahî dikî. Ji heddê xwe ziyade tecawuz dikî. Çunkî bi sebeb kîn û edawetê, nefsa xwe di nav ezabek elîmde dihêle. Lewra ew ni'metê li xesme wî tête kirin ezabê wî û ew elemê ji tirsa, ji wî çêdibe bi nefsa xwe dide kişandin, û zulmê li nefsa xwe dide kirin. Eger edawet ji hesedê bêt, ew bi temamî ezabe. Lewra hesed, ji ewwelve hesûdê mehw û perîşan dike. Û wî dişewtîne. We emma, der heqqê mehsûdî (ya'nê ew mirovê hesed jê tête kirin) zirara wî, ya hindike, weyaxud qet tunîne.

Çara hesedê eve: Ew mirovê hesedkar gerek tefekkura aqîbeta wan tiştê hesed jê dike bike. Da weku fehm bike, ew husna dinyewî quwwet û mertebe û serwet ku li ba reqîbê wî hene, muweqetin û fanîne, faydê wan hindike; zahmetîya wan pirre. Eger ew meziyetana uxrewî bin, jixwe di wande hesed çê nabe. Eger di wande jî hesed bike, ya ew bixwe rîyakare; mal û pertalê axiretê li dinyayê dixwaze mehw bike, weyaxut mehsûdî riyakar zendike, ew çaẍ neheqqe û zulm dike.

Hem ew musîbetê biser mehsûdî datînin ji berve memnûn dibe. Û ew ni'metê lê tete kirin ji ber wanve jî mehzûn dibe; bivî terzê ji qeder û rehmeta îlahî dixeyde. Lewra ku li mehsûdî qencî û ni'met hatîye kirin, adeta (wekî) qederê tenqîd dike, wî li rehmetê î'tiraz dike. Ew mirowê qederê tenqîd bike, bila serê xwe li horsê hesin bixîne, bişkîne; Ew kesê rihmetê îtiraz bike, ji rihma wî mehrûm dimîne.

Deng tune