Rîsaleya Ûxuwetê | Mebhesa Ewel | 12
(2-22)

Ê sêyan: Ew qusûrê ku (kêmas) tu di nefsa xweda nabînî, weyaxud (yanwek) naxwazî tu bibînî, ewan qusûran jî bibîne û hissekî jê bide wî. Paşê ew hissa biçûka baqî (dawî=mayîn) maye, jibo xesmê te bi wîre bi efw û sefhê û bi uluwa cenabî, yanê bi ïzza meqamî muqabele bike. Ev terz (dezge) hereket him silamete û him serîen (bilez) xesmê xwe tu bi wî meẍlûb bikî. Û ji zulm û zirarê tu xelas bibî. Vegerne mislê wî Yehûdîyî, ku cewher-froşê serxweşe û dîwaneye. Şûşe û perçeyên cemedê bi qiymeta elmas dikire, xesardike (zirardike). Mirov jibon hinek umûrê dunyewîyê fanîyê zaîl, muweqqet, bê ehemmiyet, guya ewê ebedî di dunyayêda be û evan eşyayê dunyewîyê ebedî pêre hevalbin bi hirsê şedîd, bi kîn û edawetek daîmî bi xesmê xwera muqabele bike, bi sîẍeyê mubaleẍe ew mirov zelûme, ya'nî pir zalime; weyaxut serxweşe weya new'u dîwaneye. Madem edawet û fikra întiqamî, ji heyata şexsîra ew derece muzirrin; û eger tu şexsê xwe hesdikî; rêh mede ku daxilê qelbê tebe. Welew daxilê qelbê te bûye; li gotinê wî mebe guhdar.

Deng tune