Rîsaleyên Îxlasê | Rîsaleyên Îxlasê | 8
(1-42)
na etba û ne jî bi serkeftina zêde…. Lewra, ji ber ku ewana wezîfeya îlahî nin; naynê xwestin, bîlakîs, carna tê dayîn.Belê carna, tenê yek gotinek, dube sebebê necatê û rizayê.
Divê girîngîya kemîyetê/pirbûnê, ewqas nebe mewzubehs. Lewra carna îrsada yek merivî, bi qasî îrsada hezar merivan, dube sedemê riza îlahî.
Him îxlas û heqperestî, ew e ku; divê meriv bube tereftarê îstifadeya muslumanan ya ku ji her kî dube, bila bube.Wer nebe, ew fikra ku “bila ji min ders bigrin, sewab bimin, bidin qezenc kirin,” hîlekarî û fêlbazîyeke nefs ûenanîyetê ye.Ey însanê timakarê sewab û bêqeneetê emelê uxrewî!
Hinek pêxember hatine, digel ku xêncî çend kesan, tabiên wan tune bûn. Dîsa jî, ucreta bêdawî ya wezîfeya pîroz ya pêxembertîyê sitandine. Nexwe maharet, ne bi pirbûna etbaan e. Bileks,
huner, di qezenckirina riza îlahî de ye. Ka tu çi yî ku dibêjî “ bilaherkes, guh bide min” û wezîfeya xwe ji bîr dikî û bi wezîfeya îlahî de, dikevî? Qebulkirina bi însanan û kom kirina xelkê, ya li dor te; wezîfeya Xwedê Teala ye. Weîfeya xwe bike. Têkilî wezîfeya Xweda nebe.
Him yên ku heq û heqîqetê guhdarî dikin û sewabê, bi yên dubêjin, didin qezenckirin; tenê însan nînin.
Mexluqên Xweda Teala yên zîsuur û ruhanîyên wî û milyaketên wî, kaînatê tije kirine, her der sên kirine.
Madem sewaba pir dixwazî, ew çax, îxlasê esas bigre û tenê riza îlahî bifikire. Da ku ew hebên wan kelîmeyên mubarekên ku ji devê te dertên yên li hewa, bila bi îxlas û nîyeta sadiq, jîndar bibin û bikevin guhên zîsuuran yên bê hed û wana rohnî bikin; bi te jî, sewab bidin qezenckirin.Lewra mesela gava te got “ Elhemdulîllah”, ev kelîma, bimilyonan gotinên Elhemdulîllahên piçuk û mezin, bi îzna îlahî, li hewa tê nivîsîn.
Deng tune