Rîsaleyên Îxlasê | Rîsaleyên Îxlasê | 9
(1-42)
Neqqasê Hekîm, ji ber ku îsraf nake û karê wî de, abes tune ye; wan guhên pir ên bê hejmar ên ku ewan gotinên pîroz guhdar bike, xulq kirîye. Ger ew gotinên li hewayê,bi îxlas û bi nîyeta sadiq, bivejin; her yeke wê, wek fêkîyek lezîz, dikevin guhên ruhanîyan. Ger riza îlahî û îxlas, heyatê nede wan kelîman, naynê guhdarkirin. Sewab jî, tenê ji bo ewê kelîma di dev de, dimîne. Ew hafizên ku dengê wan zêde xwes nînin û ji ber vê yekê, xema kêmbuna guhdaran dikin; de bila xem nekin, gelo dibhîsin?

SEDEMA ÇARAN: Îxtilafa ehlê hîdayetê ya reqabetkarane, çawa ku ji nefîkirîna aqubetê û ji kor hisîyê, nîne; îtifaqa ehlê dalaletê ya samîmane, ne ji aqubetendîsetî û ne jî, ji dûrbînîyê ye.
Bîlakîs ehlê hîdayete, bi tesîra heq û heqîqetê, digel ku nakevin ber hîssîyata nefsê ya kor, tabiê meyla dûr
endîsaneya aqil û qelb dibin; lê ji ber ku îstiqamet û îxlasê muhefeze nakin, nikarin hifza ewî meqamê bilind bikin û dikevin îxtilafê. Lê ehlê dalaletê, bi tesîra nefs û hewayê, bi daxwaza hîssîyata kor û ya ku aqubetê nabîne û lezeteke hazir, tercîhê batmanek lezeta li pês dike; ji bo menfîeteke pêsin û lezeteke hazir, bi hev re samîmane û bi sîddet, îtîfaq dikin.
Belê li dor lezeta hazir û dunyewî û menfîetê; yên bê qelb, nefisperest, zelîl; bi samîmî, îtifaq û îtîhad dikin. Ehlê hîdayetê, ji ber ku bi dusturên qelb û aqil yên bilind ve,mutewecîhê kemalat û fêkîyên uxrewîyên li pês û ayîdê axîretê, dibin; digel îmkan heye ku îstîqameteke esasî û îxlaseke tam, û îtîhad û îtîfaqeke xayet fedakarane, çêbe;lê ji ber ku, xwe ji enanîyetê pa nekirine, ji bela îfrat ûtefrîtê, îtîfaqa ku sebebê quwwetê ye, zede hildide. Riza îlahî jî, bi hêsayî, dest nakeve.
Deng tune